AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Kemalvendî: Rapora Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê li bara Uraniyona navokî ya Îranê texmînî ye

Berdevkê saziya enirjiya atomî ya Îranê got: Rapora Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê (IAEA) li bara Uraniyona navokî ya Îranê li gorî texmînan e ji ber ku pişkek ji wê desthata pirosa paqijkirina boriyan e û meriv nikare ewê asta rastî ya heyî bizane.

Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê li rapora xwe ya roja îniyê ragihand; Îran pêbendî naveroka rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 da ye û hetanî 18 Sibata 2017 zengîniya Uraniyoma Îranê li 3.63 li 101.7 kîlogerem bûye ku eva digehîne tenê sê yekek ji Uraniyoma Îranê zengîn bûye û li gorî naveroka rêketinê Îran dikare ji vê Uraniyomê istifade bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Bêhrûz Kemalvendî berdevkê saziya enirjiya atomî ya Îranê bal kişande ser nakokîya di navbera nêhrîna Îranê û IAEA`yê da li bara madên navokî yên heyî li nav borî û sîstemên navokî yên Îranê jî û got: Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Atomê hemû madên nav borî û dezgehên her teşkîlatekî navokî hertim dihesibîne û eva tenê taybetî Îranê nîne û ev çavdêriya ajansê taybetî hemû welatan e.

Kemalvendî got: Rapora IAEA`yê bara Uraniyona navokî ya Îranê li gorî texmînan e ji ber ku pişkek ji wê desthata pirosa paqijkirina boriyan e û heda rastîn nîne.

Berdevkê saziya enirjiya atomî ya Îranê destnîşan kir; Ji ber nakokîya heyî di navbera nêhrîna Îranê û ajansê da soz hate dayîn ku ji sîstema PIT ku karekî wekî embargerdaniyê ye istifade bê kirin.

Kemalvendî destnîşan kir; Îranê soza ku dab ajansê ku zêde ji 300 kîlogerem madên navokî yê zengênbûyî ranegire bibaşî cih aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu