İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kemalwendî: Îran dikare reaktora nû û ya berê li Erakê bi hev re çêbike

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Di rewşa herî xirab ji bo reaktora Erakê, pisporên îranî dikarin reaktora nû û ya berê li vî bajarî bi çkirina Kalendriya nû (dilê reaktorê) bi hev re ava bikin.

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî li hevpeyvîna xwe ya bi nûçegihanê ISNAyê re balkişand ser belavbûna hin nûçeyan û niqaşên derheq çêbûna aloziyê li pêvajoya jinûve avakirina reaktora Erakê û berhemanîna îzotopan li sayta Fordûyê piştî derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û got: Weşandina nûçeyên wiha ji aliyê hin medyayên biyanî ji bo vê hedefê ye ku li warê proseya hevkariyên navokî navbera Îranê û welatên din şik û gumanê çê bikin.

Ajansa Reutersê pêncşemê îdia kir ku derketina Amerîkayê ji Peymana Navokî û vegerandina boykotên li dij Îranê dibin sedema çêbûna pirsgirkên zav li ser riya jinûve avakirin û  plankariya reaktora ava giran a Erekê û ji viya zêde dibe astengî ser riya guhertina bikarbirina nû ya sayta Fordûyê.

Peymana jinûveavakirina Reaktora Erakê sala 2017 di navbera Îran û Çînê îmza bû. Li vê çarçovê de Kemalwendî got: Çîn guhê xwe nade ser boykotên Amerîkayê li dij Îranê, li vî halî de niha pisporên îranî bi xwe mijûlî jinûveavakirina Reaktora Erakê ne û welatên din bi tenê ser vê yekê çavdêriyê dikin.

Exit mobile version