IraqNûçeRojhilatanavin

Bi dehan terorîst li Iraqê hatine kuştin

Bingehên iraqî ji kuştina 71 terorîstên DAIŞ’ê li parêzgehên Nêynewa û Kerkûkê xeber dan.

Li gor rapora telivîzyonî ya Sûmiriye News’ê Navenda agehdarî gihandina şêr li nav Iraqê sêşemê ragihand, li operasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê ji destê teroîstan 30 terorîst hatine kuştin û parek pir ji çek û sîlah û amêrên wane şerî jî hatine şewitandin.

Herwisa li operasiyona artêşa Iraqê ser gundê El-Nesr li başûra Nêynewayê 11 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê hatine uştin.

Li parêzgeha Kerkûkê li bakûra Iraqê 30 endamên grûpa terorîstî ji ber teqîna bnombekê hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê Ebû Miaz serkirdeyê ewlehiya grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê li operasiyona paqijkirina navça El-Miamil ji destê terorîstan li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya Iraqê hate kuştin.

Terorîstên DAIŞ’ê ji Hezîrana sala 2014 pişkin ji axa Iraqê dagîr kirin û li vê mudehê gelek cinayetên nemirovane cih anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu