Alîkarê karûbarên hiqûqî û navneteweyî û berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê berpirsiyariyên xwe li bara çavkaniyên Ava Giran yê li gorî rêketinnama navokî cih anîne.
Bêhrûz Kemalwendî alîkarê karûbarên hiqûqî û navneteweyî û berdevkê Rêxistian Enerjiya Atomê ya Îranê berêvara pênşemiyê li bersiva îdiaya birêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê derheq vê yekê ku çavkaniyên Ava Giran a Îranê ji asta xwe derketiye, got: Li gorî rêketinnama navokî diviya me zêde ji 130 ton Ava Giran a berhemhatî bişanda bazarên navneteweyî ku heya niha me70 ton firotiye û muzakirên tev welatên bikirr bi taybet ewropiyan li vê barê didome.
Kemalwendî li hevpeyvîna taybet bi nûçegihanê IRIB News`ê re got: Girîng eva ye ku em zêde ji 130 ton Ava Giran a berhemhatî bişînin bazarên navneteweyî ku ev kara li gorî hevhatina navokî li nav bernama karê me ye û madem ku rêketinnama navokî heye emê vê berpirsiyariya xwe cih bînin.
Berdevkê Rêxistian Enerjiya Atomê ya îranê her wiha pêgiriya Amano ser cihanîna Îranê ya sozên padmanî, protekolî û Rêketinnama Navokî ji xaklên girîng ên rapora rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)