IraqNûçeRojhilatanavin

400 malbatên iraqî vegeriyan Diyala ya Iraqê

Komîta bilind a vegerandina awareyên iraqî ragihand 395 malbatên parêzgeha Diyalê li rojhilata vî welatî vegeriyane ser malên xwe.

 li gorî rapora  IRNA`yê ji zarê someriye News`a Iraqê Elî Sedûn alîkarê serokê komîta  awareyên Iraqê got: Bi hevdengiya  fermandehiya operasyona  Dîcleyê, 395 malbatên aware vegeriyane  navça Mensûriyê li 45 kîlomitriya rojhilata Beqûbê.

Seidî bal kişand ser vê yekê ku pêvajoya vegeriyana  malbatên  aware bo navçên  azadbûyî yên parzêgeha  Diyalê hema wisa didome û got : Dosiya vegeriyana  awareyên iraqî bo çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina  ewlehiya vegeriyana van kesana  bo malên xwe hema wisa rasterst ji aliyê Selîm Cibûrî serokê parlemanê va tê şopandin.

Vê kanala nûçan 19`ê Mijdarê jî ji zarê wezareta  koçberiya Iraqê diyar kiribû ku yek hezar û 45 awareyên iraqî karîn ji kempa El-Cedê li taxa El-Qiyarê li başûrê parêzgeha  Neynewayê  vegerin malên xwe li navça azadbûyî li gundên  El-Şûre ya Hemam El-Îlê.

Piştî derbasbûna zêde ji 40 rojan ji destpêbûna operasyona azadkirian Mûsilê artêşa Iraqê karî ku piraniya navçên dagirbûyî yên parzêgehên  rojavaya  vî welatî ji destê DAIŞ`ê azad bike û bi vî awayî piraniya xelkê sivîl ku ji tirsa canê xwe ji van navçana  revîbûn, piştî azadkirinê vegeriyane malên xwe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu