Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: peymana tev çîniyan jibo jinûve dîzaynkirina reaktora Erakê dawî bûye.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Bêhrûz Kemalwendî li gotûbêja tev Fars Newsê li bara peymana Îranê tev Çînê jibo jinûve dîzaynkirina reaktora atomê ya Erakê got : Ev mesela dawî bûye û pêngav berdewam tên rakirin yanê kar mehtelê vê yekê nîne ku peyman were wajokirin.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya atomê ya Îranê destnîşan kir: Karê dîzaynkirina qonaxa ewil a jinû dîzaynkirina reaktora atomê ya Erakê ji aliyê pisporên Îranî cih hatiye ku ew divê vê dîzaynê venihêrin ku piştre derbasî qonaxa dîzaynkirina tam û tekûz bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).