CîhanEwropaNûçe

Kêmbûna piştgiriya Trump

Encama rapirsîna herî nû li Amerîkayê nîşan dide ku hejmareke kêm a amerîkiyan ji hilbijartina dubare ya serokomarê vî welatî piştgiriyê dikin.

Li gorî rapora malpera Hill’ê, Zêde ji sedî 50ê xwedîdengan li seranserî Amerîkayê dibêjin ku naxwazin di hilbijartina serokomartiyê ya sala 2020  a vî welatî da, dengê xwe bidin Donald Trump, serokomarê niha yê vî welatî.

Lî Mîrîngov (Lee Miringov) Rêvebirê Enistîtûya Rapirsîna Raya Giştî ya bi navê Marîstê got: Donald Trump jibo rikeberiyên hilbijartinê yên sala 2020ê, dê tûşî gellek dijwarî û astengiyan were.

Di mehn dawî da gellek ji rayedarên niha û pêşîn ên Amerîkayê, her wiha gelê vî welatî ji siyaset û xebata Trump rexne kirine û ew wek kesekî nekêrhatî dane zanîn.

Komeke Dêmokratan jî di mehên dawî da mijara Şîrovexwestina ji serokomêr û wêdadayîna Trump hilêxistine.

Başa dön tuşu