NûçeRojhilatanavinSûriye

Kesên çekdar ji derdora Humsê û başûra Hemaya Sûrîyê derketin

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku derketina kesên çekdar û malbatên wan ji derdora bakûra Humsê û başûra Hemayê li rojavaya Sûrîyê û veguhestina wan bo bakûra vî welatî destpê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), bi dû destpêbûna demajoya radestkirina çekên giran û nîvgiran ên kesên çekdar li derdora bakûra Humsê û başûra Hemayê ku biryar e di çend rojên bê de berdewam be, yekîneyên artêşa Sûrîyê rêya navnetewî ya Hums-Hemayê vedikin.

Li gorî vê lihevkirinê, komên çekdar soz dane ku hemî nexşeyên tûnêl û deverên ku mîn li wan hatine bicihkirinê û herwiha cebilxanan radest bikin.

Di vî halî da bi dû lihevkirina nunerên komên çekdar ên li bajarokên Yelda, Babîla û Bêyt Sehmê digel nunerên Rûsîye û Sûrîyê, duh nêzî 2 hezar têrorîst digel malbatên xwe bi 46 otobosan ji bajarokên hanê li başûra Şamê ber bi Cerablos li parêzgeha Helebê va çûn.

Başa dön tuşu