Kêmkirina hêzên rûsî li Sûriyê
Erkantiya hevpar a artêşa Rûsiyê ragihand ev welata li halê paşde vekişandina beşek ji hêzên xwe ji Sûriyê ye.
Li gorî rapora Fars Newsê, Walerî Grasîmov serokê erkantiya giştî ya artêşa Rûsiyê ragihand: Li gorî biryara Vladîmîr Pûtin serokomarê vî welatî,wezareta parastinê ya Rûsyayê kêmkirina hejmara hêzên xwe li Sûriyê destpê kiriye.
Grasîmof got: Operasyona azadkirina Helebê rewş jibo rêçara biaşitî ya pevçûnên Sûriyê pêk anî.
Rûsyayê biryar daye hin balfirên xwe yên eskerî, paporê hilgirê balefiran a Kozentsov û paporê Pêtr Kebîr û paporên piştîvanê xwe ji peravên Sûriyê derxîne.
Andrî Kartapolof fermandê hêzên artêşa Rûsyayê li Sûriyê îro înê ragihand: Li du mehên buhurî balefirvanên paporên deryayî yên Rûsiyê li 420 erkdariyên firînê ku 117 caran li şevê bûye, karîne hezar û 252 armancên terorîstî li Sûriyê têk bibin.
Grûpek jipaporên Rûsiyê bi rênimûniya paporê hilgirê balefiran a Kozentsovê tev paporên Pêtr Kebîr,Soromorsk û paporê Kolakov, erkdariya xwe li Sûriyê ji 8 Mijdarê sala 2016-an destpê kiribû.
Serokkomarê Rûsyayê li Kanûnê ragihandibû Rûsiyê kêmkirina hêzên xwe yên eskerî li Sûriyê jibo agirbesa navbera grûpên neyarê sûrî û dewleta Sûriyê pesend kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)