EwropaNûçe

Lı Elmanî metirsiya bombeyê

Li bajarê Augsburgê yê Almanyayê 54 hezar kes ji ber metirsiya bombeya ku tonek û 800 kîlo û ji Şerê Cihanê yê Duyemîn mabû hatin tahliyekirin.

Li bajarê Augsburgê yê Almanyayê 54 hezar kes ji ber metirsiya bombeya ku tonek û 800 kîlo û ji Şerê Cihanê yê Duyemîn mabû ji bo ku bombe bi awayekî bê bandor were teqandin hemû herêm hate tahliyekirin.

Bombeya tonek û 800 kîlo ya bi tîpa HC 4000 a modela îngîlîz bi awayekî rasthatî di kolandina înşaeta otoparkekê de li bajarê Augsburga eyaleta Bavyeraya Almanyayê ne teqandî hat dîtin. Hêzên ewlehî yên alman ji ber îhtimala teqandina bombeye ji herê 54 hezar însan tahliye kirin. Tê pêşbînîkirin bombeya tonek û 800 kîlo ji sala 1944an ku îngîlîzan êrişî bajêr kiribû mabe. Ev tahliyeya bajarê Augsburgê tahliyeya herî mezin a piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn e. Şaredariya Augsburgê duhî sibehê biryar da ku xebatên bê bandorkirina bombeyê û tahliyekirina sivîlan bimeşîne. Ji noqteya ku bombe lê hate dîtin hetanî kîlometroyeke û nîvî zêdetirî 54 hezar însan ji herêmê hatin tahliyekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu