IraqNûçeRojhilatanavin

Kerkûkliya Mûsilê ji destê têrorîstan hat derxistin

Navçeya Kerkûkliyê li rojhilata Mûsilê bi tamî ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê hat derxistin.

Li gorî rapora El-Alemê, hêzên iraqî roja yekşemiyê bi azadkirina tam a navçeya Kerkûkliyê li rojhilata Mûsilê ketin navçeyên Bedr û Edenê li perravên El Îsezê (Peravên çepê) yên bajarê Mûsilê.

Herwiha fermandetiya hêzênn polîsê federal qala azadkirina tam a deverên bereya başûr a Nêynewayê û amadetiya ji bo êrîşa li ser bajarê Mûsilê kir.

Sertîp Şakir Cewdet fermandarê hêzên polîsê federal ên Iraqê ragihand: Niha deverên başûrê Mûsilê bi rûbera hezar û heştsed û pêncî kîlometrî ji aliyê hêzên iraqî va hatiye azadkirin.

Şakir Cewdet herviha got: Hêzên iraqî li vê navçeyê derdora şêst û çar gund azad kirine û nehsed û sî û pênc têrorîst ji dema destpêkirina opêrasiyona “Nêynewa! Em tên“ hatine kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu