NûçeÎranIraqRojhilatanavin

Kesayetîya şehîd Sulêymanî hela jî qinyatê dide ber dilê Bereya Berxwedanê

Berdevkê Wezareta Karên Karên Derve ya Îranê amajeyî ber û layên kesayetîya şehîd Sulêymanî kir û got: “Kesayetîya şehîd Sulêymanî hela jî dibe sedema hêz û şîyanê ji bo Bereya Berxwedanê û qinyatê die ber dilê wê.”

Berdevkê Wezareta Karên Karên Derve ya Îranê, Nasir Kenanî îro li “Maeya pisporî ya têkoşîna dijî terorîsm û tundrêtîyê li devera Rojavayê Asyayê” ku bi mêhwerîyeta pêngavên şehîd Qasim Silêmanî li Tehranê hat lidarxistin, got: “Kesayetîya şehîd Sulêymanî ji çend ber û layan pêk tê û li gorî gotina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, kesayetîya çendhêlî û çarçova hizir û pêngavên wî dikare were nirxandin û lêkolînkirin.”

Kenanî dîyar kir ku yek ji ber û layên kesayetîya şehîd Sulêymanî, şîyana wî ya di hêz û qaweta neteweyî û navneteweyî da li asta Bereya Berexwedanê ye û got: “Ber û layên kesayetîya şehîd Sulêymanî hela jî dibin sedema hêz û şîyanê ji bo Bereya Berxwedanê û di rastîyê da hecî Qasim kesayetîyê navneteweyî yê Bereya Berxwedanê bû.”

Berdevkê Wezareta Karên Karên Derve ya Îranê herwiha got: “Dijminan texmîn dikirin ku berdêla terorkirina şehîd Sulêymanî, ji ya tamulkirina kesayetîya hêz û sîyansaz a wî kêmtir e, lewma ew teror kirin.”

Başa dön tuşu