ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Şemxanî: Azadkirina Helebê, sekevtineke mezin e ji bo artêşa Sûriyê û berxwedana Îslamî

Sek. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Azadkirina Helebê ji bin lepên terorîstan, sekevtineke mezin e ku bi saya berxwedana netew û artêşa Sûriyê bi dest ketiye.

Sek. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, emîr deryavan (admîral) Elî Şemxanî şeva çûyî li hevpeyvîna bi nûçegihanê IRIB Newsê re got: Berxwedana egîdane û serkevtina dîrokî ya netewê Sûriyê li hemberî terorîzma girêdayî li welatên biyanî û piştgirên wê yên navçeyî û derveyî (welatên rojavayê), cardin soz û peymana Xwedê teala li babeta serxistina mezlûman ser mustekbir û zaliman îsbat kir.

Şemxanî got ku welatên rojavayê bi awayên curbicur xebitîn ku rê li ber serkevtina artêşa Sûriyê bigirin, lê ev pêngav û tevdîrên wan bê encam man.

Sek. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ev serkevtina li netew, dewlet û artêşa Sûriyê pîroz kir û got: Komara Îslamî ya Îranê her ji dema despêbûna krîza Sûriyê bawer e ku vê kirîzê ti rêçareyeke xwe ya leşkerî tine, belkî ew dikare ji riya siyasî û gotûbêjê çareser bibe û li gor vê bawerê hertim muzakireya neyaran û dewleta Sûriyê teşwîq dikir.

Şemxanî li bara şiketa bereya Erebî û Dewletên Rojavayê  li hemberî bereya berxwedanê got: Encama berxwedan û rawestanê serkevtin e.

Sek. Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li dawiyê de tenê sebeba bê ewlehî û nearamiyê li navçê de Rejîma Siyonîstî da zanîn.

Bi saya berxwedana gel û artêşa Sûriyê aqubeta şeva çûyî bajarê mezin ê Helebê bitûm ji bin destê terorîstan hat derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu