IraqNûçeRojhilatanavin

Azadkirina Başîqê nêzîkî Mûsilê

Bajarê Başîqê li bakurê rojhilata Mûsilê tam ji destê terorîstan hat azadkirin.

  Li gorî rapora IRNA`yê, hêzên Pêşmergê kurd îro duşemiyê karîn ku  ji sê mêhweran derbasî nav bajarê Başîqê bibin û vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Navça Başîqê ji du heftiyan ber niha ve tam di dorpêça hêzên Pêşmergên kurd de bû û pêştir  Mesûd Barzanî serokê Herêma kurdistana Iraqê gotibû ku Başîqe ji hêla eskerî ve ketiye bin kontrola hêzên iraqî.

Başîqe ji navçên stratejîk li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê tê hesabê.

Li bereya rojava Mûsilê jî hêzên iraqî karîn ku gundê Huweycê El-Hesanê li başûrê rojava  Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad bikin.

Li bakurê Mûsilê jî du navçên  El-Sade û Bewîzê ji kontrola  terorîstên DAIŞ`ê derket.

Di eynê demê de dayira rawestana li ber terorîmza Iraqê ragihand ku  ji destpêbûna  operasyona  azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞê nêzîkî sedî 60 parêzgeha Neynewayê hatiye azadkirin.

Operasyona  azadkirina Mûsilê û derdora wê li parêzgeha Neynewayê ji 17`ê Cotmeha îsla destpê bûye.

Li operasyona azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hêzên artêşê, polîs, El-Heşdê El-Şebî, Yekîna  rawestana li ber terorîzmê, hêzên pêşmergê kurd û eşîrên  parêzgeha  Neynewayê beşdar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu