Artêşa Sûriyê li bara peydakirina gelek çek û sîlehan ku hin ji wan berhemên Emerîkayê ne li navçên derdora Dêrazorê li rojhilata Sûriyê agahî da.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, artêşa Sûriyê raghand: Di dema lêgerîn û paqijkirina gundên azadbûyî ji lepên koma treorîstî ya DAIŞ`ê li derdora Dêarzorê, gelek çek û sîlehên emerîkî û ewrûpî hatine keşfkirin.
Li gorî vê raporê, hin çekên keşfbûyî jibo guhestina bo cihên din hatibûn barkirin ku li nav wan cureyên topan, hawan, çekên sivik, trimbêlên li dijî gulleyê yên bombekirî yên berhemên Emerîkayê hebûn.
Pêştir jî artêşa Sûriyê, çend depoyên çek û sîlehan ên berhemên Îsraîlê her wiha yên welatên rojavayî ji wan Emerîka li navçên curbicure Sûriyê keşfkiribûn.
Di eynî demê de, SANA News`ê ragihand: “Li encama êrişên hawanê yên terorîstan ser gundê Derbelê li başûrê rojava parêzgeha Rîfa Şamê li başûrê Sûriyê, welateiyekî sûrî hat kuştin. Li encama vê êrişê, gelek xisaret li mal û darayiyên xelkê vî gundî ket“.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî jibo guhertina muadileyên navçê ser qezanca Rejîam Siyonîstî destpê bû.
Artêşa Sûriyê û hêzên mêhwera berxwedanê, 19`ê Mijdara 2017`an karîn ku bajarê Bûkemalê li başûrê parêzgeha Dêrazorê li rojhilata Sûriyê ji lepên DAIŞ`ê azad bikin. Piştî azadkirina vî bajarî, di pratîkê de dosiya koma terorîstî ya DAIŞê li Sûriyê hat girêdanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)