IraqNûçeRojhilatanavin

Pêşewazî û piştgiriya ji helwêstên merceyê giranqedir ê Iraqê

Serokê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê ji helwestên merceyê giranqedir ê vî welatî li bara rewşa niha ya Iraqê pêşewazî kir û piştgirî dayê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, seyd Emar Hekîm îniyê şevê li daxûyaniyekê, bi piştgiriya ji bîr û rayên  merceyeta bilind  a olî ya Iraqê got:  Nihêrîn û têbîniyên  merceyetê li bara rewşa niha û gefên pêşberî Iraqê tam ji aliyê tevgera hikmeya neteweyî ve tên piştgirî kirin.

Şêx Mehdî Kerbelayî, nûnerê merceyeta bilind a Iraqê li xutbên roja îniyê li bajarê Kerbelayê bi  xwendina  daxûyaniya  merceyetê, tevî piştgiriya ji xwestekên  neraziyan ji şîdetên  dualî yên pêkhatî, li dijî wan û hêzên wlehiyê rexne kir.

Wî her wiha  ji ber qaşo sersariya li hember hevcetî û xwestekên  xelkê li salên derbasbûyî hişyarî da rayedaran û daxwaz kir ku bila  bi zûtirkê dewleta nû li gor  hilbijartinên  parlemanî yên  meha Gulanê were damezrandin û ji bo çareserkirina  gelê Iraqê hewlê bidin.

Seyd Emar Hekîm di daxyaniya xwe de got: Tevgera Hikmeya neteweyî, tam piştgiryê dide teqezkirina  merceyê giranqedir ê Iraqê ser pêwîstiya  pêvajoya  damezrandian  dewleta xizmetguzar bi wezîrên ku tam  pispor bin û li gor  bernamên  zelal û xurt xebatê bikin.

Piştî daxûyaniya merceyê giranqedir ê Iraqê, Heyder Ebadî, serokwezîrê vî welatî jî li daxûyaniyekê teqez kir ku d tewsiyên merceyetê  bibin bernama karê dewletê, çawa ku ji dema dayîna  fetwaya cîhada  kefayî ji bo rawestana li ber koma  terorîstî ya DAIŞê hema wisa bûye.

Ebadî kiryarên cihhatî li rojên derbasbûyî ji bo hilkolandina  pirsrgirêkên  xelkê li parêzgehên curbicur, şirove kirin û li bara dewama  hewldanan  heya çareserkirina  tam a pirsgirêkan û her wiha  rawestana li ber gendelî û  mifsidên aboriyê agahî da.

Di eynî demê de, şêx Ekrem Kebî, sekreterê giştî ê berxwedana  Îslamî ya Nucebayê ya Iraqê jî  li axiftinekê tevî raghandina  piştgiriya ji helwestên  merceyeta bilind a Iraqê, daxûayniya  vê adwiyê ya wî wek kişvkirina  plana rê ya nû  li Iraqê da zanîn.

Başa dön tuşu