CîhanIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Piştî Trump pêşnûmeya hatina penaxwazan erê kir 2 penaberên iraqî hatin desteserkirin

Piştî pêşnûmeya ku hatina penaberan bo Amerîkayê sînor dike erê kir, 2 penaberên iraqî li balafirgeha John F. Kennedy ya li New Yorkê hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku penaberên ku hatin desteserkirin Hameed Khalid Darweesh 53ê salî û Sameer Abdulkhaleq Alshawi yê 33ê salî ne. Darweesh demek bo Artêşa Amerîkayê ya li Iraqê tercumaniyê kiriye û ev du sale hewl dide ku malbata xwe bibe Amerîkayê.

Alshawi, dixwest bigê hevser û zarokên xwe yên li Teksasê ku wek penaber jiyan dikin.

Bi erêkirina pêşnûmeya penaberan ku ji aliyê Trump ve hat erêkirin 120 roj qebûl kirina penaberan hat rawestandin. Lê Trump temamî qebûl kirina penaberên sûrî da sekinandin û ji hin welatên misilman bi ewayek bihurbar qebûl kirina penaberan da rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu