Rayeadrên emerîkî li bara ketina balefira rewandî li eyaleta Waşengtona Emerîkayê agahî dan.
Li gorî rapora kanala CNN`ê, rayedarên emerîkî roja Şemiyê ragihandin ku balefireke rêwîhilgir a bêyî misafir ku bi awayekî neqanûnî li eyaleta Waşengtonê difirî û hatibû rewandinê, ket erdê.
Li gorî vê raporê, du balfirên cengê yên F-15 ên hêza hewayî ya Emerîkayê, ev ablefira şopandin lê di ketina wê de destê wan tine bûye.
Li gorî gotina rayedarên emerîkî, hêla hewayî ya Alaskayê ev balefira rêwhilgir ji cureya Harzon Aira Q 400 nas kiribû.
Ev bûyera ku li balefigeha Siyatel Takomayê li bajarê Siyatel a eyaleta Waşengtonê qewimî bû sedema derketina pirsgirêkan li firînan lê niha rewşa firînan ji vê balefirgehê vegeryaye rewşa xwe ya normal.
Kesekî nenas ku hîn howiyeta wê diyar nebûye, ev balefira bê misafir rewandibû.
Rayedarên bajarê Siyatelê, terorîstîbûna vê bûyerê red kirine û ragahndin ku li nava blaefirê xêncî pîlotê kesek tinebûye.