ÎranNûçeRojhilatanavin

Kifşkirina jinê wekî kelûpelekê li welatên rojavayî, li gorî ihtimaleke zêde yek ji komployên sîyonîstan bi armanca jinavbirina civaka mirovantîyê ye

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê îro di salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) di hevdîtina ligel hejmarek pesinderên ehli beyta pêxemberê ekrem (S) de bal kişand ser berbelavbûna têgehên wek “edaleta zayendî“ û “beranberîya zayendî“ li welatên rojavayî û got: Edalet, naskirina potansîyelên Xwedêdayî û perwerdekirina wan e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bibîr xist: Zanyarên rojavayî û kesên ku meseleyên wek beranberîya zayendî dişopandin, roja îro ji karê xwe bi hegera fesadîyên ji ber wê poşman bûne.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha şêwaza serederî û jîyana hezreta Fatimeya Zehra (S) xatûna qedirgiran a islamê wekî rêbereke rastî û herwiha jin û dayîkeke nimûne “ mînakeke tam jibo jina misilman“ binav kir.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li dewama gotinên xwe, hezreta Fatimeya Zehra (S) mînaka tam a “ jina misilman“ û di asta herî jorîn da “ jina islamî“ yanî di asta rêberekê da binav kir û li ser girîngîya naskirina cîgeha jina misilman sekinî.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu