EwropaNûçe

Kilînton bi xeyaneta li Amerîka tawanbar bû

Berbijara Amerîka ji bo posta serokkomariya vî welatî bi xeyanetê tawanbar bû.

Serokê komîta ewlehiya hundirî yameclisa nûnerên Amerîka ragihand ku Hîlarî Kilînton ji ber ku çaxê wezîrê karên derve ya Amerîka bûye ji ber ku çaxê E-mail şandina xwe ya dewletî ji Sêrvêra şexsî istifade kiriye, bi xeyaneta li Amerîkayê tawanbar e.

Maykêl Mek Kawêl serokê komîta ewlehiya hundirî ya Meclisa nûnerên kongera Amerîka ragihand ku Hîlarî Kilînton ji ber ku çaxê wezîra karên derve ya Amerîka bûye ji ber ku çaxê E-mail şandina xwe ya dewletî ji Sêrvêra şexsî istifade kiriye li bara parastina sir û razên dewletê cidî nebûye, ji ber viya niha hinek ji wan agehdariyan ketine destê welatên dijmin ku eva ji bo wê û welatê Amerîka bi xeter e.

Ji aliyê dinve “Navenda Kilînton“ vergirtina xelata yek milyon dolarî ya wê ji Qeterê piştrast kiriye.

“Navenda Kilînton“ li hemberî belgeya eşkeraker a Wîkî Leaksê ku ragihandiye çaxê Hîlarî Kilînton wezîra karên derve ya Amerîka bûye xelateke yek milyon dolarî ji Qeterê vegritiye piştrast kir.

Hatiye ragihandin ku karbidestên qeterî bi munasibeta salvegera 65-an rojbûyîna Bîl Kilînton mêrê Hilarî Kilînton, xelat dane wê navendê.

Herwisa hatiye ragihandin ku dosiya gendeliya exlaqî a Donald Tirump berbijarê Komarîxwazan ji bo postê serokkomariya Amerîka jî dîsa ketiye qunaxekî nû ji ber ku jineke din jî îdiaya destdirêjiya cinsî a Tirump ser xwe kiriye.

Heta niha ew jinên ku îdiaya destdirêjia cinsî ya Tirump ser xwe dikrin ragihandibûne ku ev gendeliya exlaqî ya Tirump li salên vê dawiyê bûye lê jina ku niha ji destê tiram kiriye ragihandiye ku ew hîn 13 salî bûye ji aliyê Tirump destdirêjiya ser wê hatiye kirin.

Teblîqata hilbijartinî ya serokkomariya Amerîka bûye sebeb gelek ji pirsgirêkên veşartî li vî welatî eşkera bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu