CîhanEwropaNûçe

Kîm Jong Un bi trenê geheşt Rûsyayê

Serokê Koreya Bakur bi trenê ve geheşt Rûsya ya federal.

Îro 24.04.2019ê Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi trena xwe ya taybet ve geheşt rawestgeha Hasan a li navçeya Brimorskî ya li başûrê rojhilatê Rûsyayê.

Biryare Kim Jong Un û serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Vladivostok a Rûsyayê ya nêzîk sînorê Koreya Bakur bicivin, yekem civîne di asta herî bilind de di navbera her du welatan de pêktê.

Çapemeniya Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku Vladimir Putin pêşneyara destpê kirina civîna şeş alî ya Çîn, Koreya Başûr, Koreya Bakur, Amerîka, Rûsya û Japonyayê dê ji Kim Jong Un re bike.

Başa dön tuşu