NûçeRojhilatanavinYemen

Tevgera Ensarullaha Yemenê: Me radestkirina Hudeydeyê bo NY nepejirandiye

Tevgera Ensarullaha Yemenê îdiaya hin mêdyayan derbarê pejirandina bajarê perravî yê Hudeydeyê bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derew zanî.

Vê dawiyê hin mêdyayên welatên rojavayî îdia kirin ku hêzên Tevgera Ensarullaha Yemenê  dil hene çavdêriya ser bajarê perravî yê Hudeydeyê bi mebesta kêmkirina kêşeyan radestî NY bikin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya ajansa nûçeyan a Tasnim Newsê, Endamê ofîsa siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê, Mihemed El bexîtî li gotûbêja bi Kanala têlêvîziyoniya Meyadînê got: Tiştê ku Martîn Girîfîs, şandiyê taybet ê NY li warê Yemenê hilêxistiye, çavdêriya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) li ser gerr û geştên deryayî li bajarê perravî yê Hudeydeyê û hatina kelûpelan bo vî bajarê perravî ye.

El Bexîtî bi gotina vê yekê mijara çavdêriya li ser firokexaneya Hudeydeyê nehatiye hilêxistin, got: Tevî rawestîna xebata firrîna firokeyan li vê firokexaneyê, tu hincetek ji bo çavdêriya NY li ser wê tune.

Şandiyê taybet ê NY li warê Yemenê, Martîn Girîfîs heftiya bihurî gihîşte Senayê û bi rayedarên dewleta rizgariya neteweyî ya Yemenê ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Gelê Yemenê derbarê kiryara NY wek yek ji xwedîrolên qeyrana Yemenê gellek bi guman in.

Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî ji roja 13ê Hezîranê va destdirêjiyên xwe yên giştalî yên hewayî,, deryayî û zemînî bi piştgiriya hêzên maerrîkî, fransî û inglîsî bi armanca dagirkirina bajarê perravî yê Hudeydeyê dest pê kiirne ku heta niha bi berxwedana hêzên yemenî, van êrîşan serê xwe negirtine. Bendergeha Hudeydeyê riya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostiyê bo Yemenê ye.

Başa dön tuşu