CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Kim Jong Un: Boykotên Amerîkayê bidijminatî ne

Rêberê Koreya Bakûr dewama boykotên Amerîkayê, kiryara bidijminatî ya vî welatî dijî Koreya Bakûr da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Kîm Cûng Ûn pêgîrî kir: Hinek dixwezin bi boykot û zexta aboriyê bi her awayî jiyana xelkê vî welatî tal û nebaş bikin.

Rêberê Koreya Bakûr, hewldana dijminên vî welatî, mehkûmî şikestê da zanîn û pêgîrî kir: Koreya Bakûr baştir ji berê û bi hêz û teknolojiyê wê ber bi pêşketinê ve bimeşe.

Koreya Bakûr berî niha jî ragihandibû, Amerîka li gotûbêjên bêçekirina ji hêla atomî ve ya  Nîvgiravê, rastbêj nine û nezelaliyên zav li bername û stratêjiyên wê hene.

Piyûngyanhg herwiha siyastên Amerîkayê bixerez dan zanîn, di eynî demê de bi taktîka hedar û çavlirêtiyê, li benda berteka civatên navnetewî ye ku pêngavê erênî rakin ku vê dawiyê Koreya Bakûr jî bona kêmkirina kêşeyan bi Koreya Başûr û Amerîkayê re hilanîne.

Başa dön tuşu