AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Kirby:Berhemanîna ava giran li Îranê li dij Lihevkirina Navokî nîne

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: Zêdebûna berhemanîna ava giran li Îranê û derbasbûna wê ji 130 tonan ku jêra hatiye diyarkirin û firotina wê bo welatên din, nîşana îxlalkirina Rêketinama Navokî nîne.

Ajansa IRNA ragihand ku Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh li press konferansekê de li bersiva pirsên nûçegihanan derheq zêdebûna berhemanîna ava giran li Îranê û şandina wê bo Omanê ji bo firotinê got: Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ew li vê barê de agahdar kiriye û berhemanîneke wiha zêde nayê wateya îxlalkirina Rêketinama Naokî.

Kirby li bersiva vê pirsê ku gelo kiryareke wiha rê ji bo dubarekirina berhemanîna zêde ji 130 tonî ku li rêketinamê ji Îranê re diyar bûye, ve nake, got: Eva ku Îran ava giran a zêde ji asta ku li naveroka Lihevkirina Navokî diyar bûye dişîne derve da ku asta jêre diyarbûyî biparêze, li dij Lihevkirina hanê nîne.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu