AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Kiryarên Amerîka yên dijî Îranê ‘cinayeta dijî mirovantîyê’ û ‘têrorîsma aborî’ yê

Serokê Komara Islamî ya Îranê kiryarên Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê “cinayeta dijî mirovantîyê“ û “têrorîsma aborî“ zanîn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna Desteya Wezîran de bi gotina wê yekê ku kiryarên Amerîkayê yên dijî Îranê ne tenê boykot in, dîyar kir: Dewleta Amerîkayê dest bi têrorîsma aborî dijî Îranê kirîye û divê di dîrokê de bersiva raya giştî ya cîhanê û gelê Îranê bide.

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku Amerîkayê nekarî wisa bike ku Îran tenê bimîne, belkî xwe tenê ma û di warê tirsandina welatan ji Îranê de jî ser neket û dîyar kir: Roja îro hemî cîhan dijî yekalîtîyê ye.

Rûhanî herwiha got: Yekalîtîya Amerîkayê ew e ku raya giştî ya cîhanê, zilhêz û dewlet xistine nav tirs û dilgiranîyê, ji ber ku dewleta Trump bi awayekî berdewam qirarên navnetewî û sozên dualî û çendalî binpê dike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê amajeyî binpêkirina sozên navnetewî û çendalî yên wekî Peymana Av û Hewayê ya Parîsê, Peymana Pasifîk, Peymana NAFTA`yê û qirarên çendalî û navnetewî ji hêla dewleta Amerîkayê va kir û ragihand: Bila amerîkî bizanin ku ew rêya wan nagihêje encamê û ser nakeve.

Rûhanî herwiha got: Têkildarî Rêketinama Atomî da em ligorî qanûnê û di çarçova qiraran de kar dikin û heke armancên me neyên dabînkirinê, piştî mecala şêstrojî ku ji 8`ê Gulanê ve destpê bûye, em ê karên ku me berê ragihandine, bikin.

Başa dön tuşu