ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemenîyê ya serokmeclisên Îranê û Endûniziyayê li Têhranê

Serokên meclisên Îranê û Endûniziyayê ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariya welatên islamî li şerê dijî terorîzmê û çareserkirina kirîzên navçê sekinîn.

Elî Larîcanî serokê meclisa Îranê li press konferansa xwe ya hevpar tev Zokfîlkî Hesen serokê meclisa mişêwirî ya Endûniziyayê  li Têhranê got: Endûniziya ji welatên gelek girîng û mezine cîhana islamê ye û hertim peywendiyên navbera du welatên Îran û Endûniziyayê baş bûye.

Larîcanî bal kişande ser nêhrînên nîzik yên navbera du welatên Îran û Endûniziyayê li bara meselên navçê û cîhanê û destnîşan kir; Bawera du welatan eveye ku hinek kirîz li navçê çê bûne û hinek welat aloz kirine ku xêra van aloziyan tenê digehêje Îsrayîl û pêwîste welatên navçê kirîzên xwe ji riya siyasî çareser bikin.

Larîcanî destnîşan kir; Welatên islamî pêwîste ku bi hevra bibin hevfikr û pîşiya xebata grûpên terorîstî li nav welatên xwe bigrin.

Zokfîlkî Hesen serokê meclisa mişêwirî ya Endûniziyayê jî li vê press konferansê got: Endûniziya ji Komara islamî ya Îranê ku weklatekî bi hêz li navçê ye dixwaze , bona çareserkirina kirîzên navçê û xebata dijî terorîzmê gelekê alîkariya welatên navçê bike.

Zokfîlkî Hesendestnîşan kir; Endûniziya herwisa daxwaza zêdebûna xebata welatên islamî ji bo azadiya Mesciduleqsayê û berevaniya ji misilmanên Miyanmarê dike.

Wî bal kişande ser hewcetiya rojane ya Endûniziyayê bi 2.5 milyon bermîl nift û ragihand ku welatê wî daxwaza berfireh kirina hevkariyên xwe tev Îranê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu