Koma herî mezin ya Meclisa Iraqê Koalîsyona Neteweyî ragihand ku qebûl nakin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li Kerkûkê referandumê bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koalîsyonê da wiha hat gotin: “Ji ber ku Kerkûk hê ji DEAŞê tê paqijkirin û ji bo hemû rageşiyan ne musaît e, divê ji dubendiyên siyasî dûr be. Kerkûk tenê wê demê wekî bajarê biratî û hezkirinê bimîne.”
Her wiha di daxuniyê da hat gotin ku ji ber ku li Kerkûkê gelek nijad hene wekî, “Iraqa biçûk” e.
Koalîsyonê got ku dubendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de divê bi rêyên dialogê bê çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)