NûçeErebîstanRojhilatanavinYemen

Koalîsyona Siûdî bi bihayê 10 milyar dolar petrola Yemenê dizîne

Wezîrê Petrol û Madenê yê Yemenê Ehmed Dares got: Koalîsyona Siûdî ya dagirker ji sala 2018an vir ve nêzî 10 milyon dolar petrola Yemenê dizîne. got.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Masîre, wezîrê nift û mayinan yê Yemenê Ehmed Dares, rêjeya nifta Yemenê ya ku ji aliyê hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî û hin hevkarên wê ve hatiye dizîn, eşkere kir.

Ehmed Dares got ku ji sala 2018an heta Tîrmeha 2022an 130 milyon û 41 hezar û 500 bermîl petrola Yemenê bi nirxê 9 milyar û 490 milyon û 639 hezar û 415 dolarî ji aliyê Koalîsyona Siûdî ve hatiye talankirin.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve êrîşên leşkerî li dijî Yemenê pêk tînin.

Başa dön tuşu