IraqNûçeRojhilatanavin

Koçberên vê dawiyê yên Mûsilê newêrin vegerin navçeyên xwe

Êrîşên dawiyê yên artêşa Iraqê bi piştevaniya êrîşên esmanî yên hevpeymanan ve pêkhatiye û ev yek bûye sedema koçberbûna piraniya xelkê taxên Mûsila kevin û navçeyên derdora wê û ji ber vê naha jî xelkê wan derdora piştî bajar bi temamî hatiye azad kirin jî newêrin vegerin cîhên xwe.

Koçbereka li qampa Hesenşam a bi navê dayîka Yusif naçar bûye vê dawiyê naçar bûye mala xwe ya taxa Mûsila kevin bicîh bihêle, lê naha dibêje ti leza me tineye em vegerin, ji ber ew di nav qampa koçberan de hest bi aramiyê û asayîşê dike.

Dayîka Yusif ku temenê wê 27 sale û pênc zarokên wê hene û ew û hevserê xwe li bendê ne rewş bi temamî aram bibe. Û dibêje ne tenê ew piraniya koçberan vê gavê naxwazin vegerin li bendê ne agirê şer bitemire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu