NûçeFilistînRojhilatanavin

Li Qudsa dagirkirî 3 eskerên siyonîst birîndar bûn

Çavkaniyên cihû ragihandin ku şeva buhurî li Qudsa dagirbûyî di şerê navbera leşkerên siyonîst û ciwanên filistînî de 3 siyonîst birîndar bûn.

Şert û mercên navçên dagirbûyî bi taybetî Şerîeya Rojava di van rojan de gelekî taybet e û mucahidên filistînî bi her awayî bersiva cinayetên pirjimar ên siyonîstan didin û ev yek bûye sedema nîgeraniya siyonîstan.

Li gorî rapora IRNA`yê, piştî êrişa eskerên siyonîst ser mala kesê ku operasiyona roja şemiyê li Qudsa dagirbûyî pêk anîbû, li cihê “Anana” û kampa “Şufat”ê şer û pevçûnên giran qewimîn û sê sîyonîst. Di van pevçûnan de leşker birîndar bûn.

Ev pevçûn piştî ku niştecihekî cihû li nêzî herêma Girê Frensî ya bajarê Qudsê bi kêran birîndar bû, qewimîn.

Ji aliyê din ve komên berxwedanê yên Hemas û Cîhada Îslamî ya Filistînê bi daxuyaniyeke cuda ev çalakî pîroz kirin.

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê duh di daxuyaniyekê de ragihand, ciwanê filistînî Rabî Erafa Rebî ku li xala kontrolê ya leşkerî ya li bajarê Qelqeliye yê Şerîeya Rojava ji serê xwe ji aliyê leşkerên siyonîst ve hate hedefgirtin, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.

Di dema ku hêzên dagirker bajar û bajarokên Nablusê yên li Şerîa Rojava 12 rojan di bin dorpêça leşkerî de dihêlin, ji bo protestokirina dorpêçkirina bi neheqî ya ku hatiye ferzkirin banga xwepêşandanan tê kirin.

Başa dön tuşu