NûçeRojhilatanavinSûriye

Bêencam kirina êrişa terorîstên El-Nusreyê ser bajarokên Fûe û Keferyayê

Endamên terorîstî yên bereya El-Nusre tev du komên terorîstî yên din êrişên giran kirin ser du bajarokên Fûe û Keferya li bakurê Idliba Sûriyê ku komîteyên gelanî û xelkê van navçana êrişên hanê bêencam kirin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê rojnama  El-Wetenê ya Sûriyê, çavkaniyên herêmî raghandin ku komîteyên gelanî  duh bi terorîstên  ku ji mêhwerên Benş, Ram Hemdan û El-Sewaqiyê derbasî Fûe û Keferya bibûn, ketin pevçûnê.

Çavkaniyên  herêmî her wiha diyar kirin Komîteyên gelanî bi hevkariya xelkê karîn ku  hejmareke zêde ji van terorîstan bikujin û  hejmarek ji terorîstan jî ji vê navçê revîn.

Hevgav balefirên sûrî jî meqerên  terorîstan li Benş, Ram Hemdan û Bromayê dan ber êrişan ku eva bertekek li hember hewldana  wan a berdewam ji bo derbasbûna nava  Fûe û Keferyayê bû.

Xelkê Fûe û Keferyayê  dibêjin ku  ev êriş girantîrîn êrişên  çend mehên derbasbûyî ya terorîstan ser Fûe û Keferyayê bû û Tirkiye  berpirsê êrişên terorîstan dan zanîn û gotin: Enqere hewl dide xelkê ji vê navçê derxîne.

Du bajarokên  Fûe û Keferyayê li bakurê Idlibê ji 28 Adara 2015`an  ji aliyê terorîstan ve tam hat dorpêçkirin û her roj dikevin ber êrişên hawanê.

28 Adara 2015an , 14 hezar terorîstên ku li Tirkiyê perwerde bibûn û hatibûn pergalkirin bi êrişeke giran parêzgeha  Idlibê dagir kirin.

Başa dön tuşu