AsyaNûçeRojhilatanavin

Serokê partiyê di bin çavan de bû namzede serokomariyê

Hat ragihandin ku partiya Omurbek Tekebayev dê wî di hilbijartinên serokomariyê de wekî namzed nîşan bide. Partiyê kongre li dar xist û biryar da ku Tekebayev wekî namzede seokomariyê nîşan bide.

Biryara kongreyê bi tevlîbûna hemû delegeyan li Bîşkekê hat li dar xistin û ji çapameniyê re girtîbû. Biryara namzedîyê ji terefê parlamenter Almambet Şikmamatov ve li ser medya civakî hat parvekirin.

Almambet Şikmamatov di peyama xwe de got: “Partiya me kongreyeke awarte li dar xist û biryar da ku serokê avaker ê partiyê di 19ê Mijdarê de namzedê serokomariyê nîşanda.”

Li gorî zanyariyên berdest Tekebayev bi sûcdariya ‘bêrêtî û gendeliyê’ hatiye binçavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu