NûçeRojhilatanavinSûriye

Koma Pêderxistina Rastîyan a Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Şamê ye

Pisporên Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî her dawîyê piştî çend roj derengîyê derbasî paytexta Sûrîyê bûn ta ku erka xwe di çarçova lêkolîna têkildarî êrişa kîmyewî ya tê idiakirin destpê bikin.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê, Koma Pêderxistina Rastîyan a Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî bîstekê berî niha giheşte Şamê.

Kanala Rusia Tuday a Ûrsêtê ragihand ku Koma Pêderxistina Rastîyan a Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku ji çend pisporan pêk tê niha li Şamê ye.

Bi dû êrişa kîmyewî ya ku tê idiakirinê yekşema hefteya buhurî li Dûmaya Xûteya Rojhilata Şamê qewimî, neyarên dewleta Sûrîyê dewleta Şamê berpirsê wê êrişê dan nsandin.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsîyê du rojan berî vê bûyerê, têkildarî plana neyarên dewleta Şamê ya êrişa kîmyewî ser Dûmayê hişyarî dabû û gotibû ku têrorîst û dijberên dewleta Sûrîyê ji bo handana welatên rojavayî dijî dewleta vî welatî dixwazin sênaryoya êrişa kîmyewî dubare bikin.

Lê Amerîka, Ingilîs û Fransayê duh berbangê êrişî Sûrîyê kirin.

Li gorî rapora hin çavkanîyan, balafirgeha Meze ya Şamê, navenda lêkolînan li Berzê li Şamê, Cemraya û Mesyafê bûne armanca êrişên mûşekî. Artêşa Sûrîyê jî bi yekîneyên xweparastina hewayî li hemberî êrişên hewayî yên Amerîka, Ingilîs û Fransayê sekinîn.

Başa dön tuşu