NûçeRojhilatanavinSûriye

Koma têrorîst a Bereya Nusreyê lihevkirina Rûsiye û Tirkiyê derbarê Idlibê binpê kir

Zîrevana mafên Mirovan a Sûriyê ya ser bi dijberên sûrî ragihand: Koma têrorîst a Bereya Nusreyê roja Pêncşemiyê êrîşî ser baregehên artêşa Sûriyê li navçeya Wadî El Mezrûiyiê li başûrê rojhilata Idlibê kiriye.

Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha got: Êrîşa koma têrorîst a Bereya Nusreyê li ser artêşa Sûriyê bûye sebeba kuştin û birîndarbûna hejamreka têrorîstan û yên mayî jî paşve kişiyane.

Ji dema lihevkirina navbera Tirkiye û Rûsiyê derbnarê pêkanîna navçeya vala ji çekan li Idliba Sûriyê, ev navçe bûye qada pevçûnên li pey hev; Artêşa Sûriyê niha  ji bo rizgarkirina parêzgeha Idlibê ji dawîn navçeyên hebûna têrorîstan li vî welatî amade dibe.

Başa dön tuşu