NûçeRojhilatanavinSûriye

Koma têrorîst a DAIŞê li parêzgeha Suweydayê heta niha 215 kes kuştinê

Hisan Emru Rêvebirê tendurustiyê yê parêzgeha Suweydayê li başûrê Sûriyê ragihand: Li êrîşên roja çarşemiyê yên koma têrorîst a DAIŞê li vê parêzgehê heta niha 215 kes hatine kuştinê û 180 kes jî birîndar bûne.

Sibeha duh anku Çarşemiyê têrorîstekî xwe li bazara mêweyan a navenda bajarê Suweydayê li başûrê Sûriyê teqand û du têrortîstên din jî beriya vê yekê ku kembera xw eya teqînê biteqînin ji aliyê hêzên ewlehiyê li navçeya El Meslexê ya vî bajarî hatin kuştin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya IRNAyê, DAIŞê her wiha ghejamreka zêîde ya rûniştiyên gundê Şebkiyê revandin û birin nav veşartîgehên xwe li nav Badiyeya Rojhilat.

Malpera Demêşq El Anê (Damasnow) jî nivîsî: Koma têrorrîst a DAIŞê çend malbat bi komî li bajarokên rojhilatî yên parêzgeha  Suweydayê kuştine.

Ji aliyê din va 16 kes ji endamên DAIŞê ji wan çar têrorstên xwekuj roja bihurî li şer û pevçûna digel artêşa Sûriyê li parêzgeha Suweydayê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina têlêvîziyona Sûriyê, Gundên Şerîhî, Şebkî, Dûma û Ramiyê li rojhilata Suweydayê ji destê têrorîstan hatine derxistin.

Rûniştiyên gundên Suweymere û Metûnê li bakurê Suweydayê jî êrîşa DAIŞê têkşikandin û têrorîst heta çar kîlomitriya nav çol û beyarên El Licahê şopandin û hejmareka wan kluştin.

Amir Eşî, paêrzgarê Suweydayê jî ragihand: Artêşa Sûriyê gellek amûrên şêrr û zêde ji 50 hezar hêzên çekdar ji bo paqijkirina van navçeyan ji hebûna têrorîstên DAIŞê şandine.

Artêşa Sûriyê di heftiyêmn dawî da operasiyoneka berfireh ji bo azadkirina navçeyên başûrê vî welatî dest pê kiriye ku heta niha zêde ji sedî 90ê van navçeyan ji destê têrorîstan hatine rizgarkirn.

Başa dön tuşu