ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê bawer e Erebistana Siûdî parek ji navçê ye û divê ji bûyer û geşepêdanên navçê neyê dûr xistin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Ewlehî û îstiqrara welatên cînar û ên navçê herwek ewlehî û îstiqrara Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li bersiva medya pakistanî li bara ewlehî û îstiqrara navçê û pêwendiyên Îran û Erebistanê got: Siûdî werfikir dikin ku ser xêr û kara wan e heke dinya fikir bike ku siûdî ji aliyê Îranê ve li ber gef û talukeyê ne.

Zerîf got: Komara Îslamî ya Îranê bawer e Erebistana Seûdî parek ji navçê ye û divê ji bûyer û geşepêdanên navçê neyê dûr xistin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi şirovekirina xisarên bê cubran û wêraniyên zav ên ji ber kiryarên terorîstî li Iraq û Sûriyê û got: Îran û Erebistana Siûdî dikarin li avakirina dubare a Iraq û Sûriyê sermaya xwe bixebitînin û ji bo vê yekê divê nakokî û rageşiyên navbera xwe li ser maseya muzakireyê safî bikin.

Zerîf herwiha li bara pêwendî û hevkariyên navbera Îran û Hindustanê balkişand ser pêwendiyên baş navbera Tehran û Îslamabadê got: Pêwendî û hevkariyên Îran û Hindustanê ne ji ber dijayetiya bi Pakistanê re ye, Çawaku pêwendî û hevkariyên Pakistan û Erebistanê nayê dijayetiya bi Îranê re.

Zerîf li bara bê soziyên Amerîkayê derheq Lihevkirina Navokî jî got: Rêketina Navokî ya Îranê û welatên rojavayî, rêketineke navneteweyî, heke serokomarê Amerîkayê Donald Trump vê rêketinnamê binpê bike, bi hetim Amerîkayê li cîhanê bikeve tecrîdê.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva yekşemê bona gotûbêja bi rayedarên pakistanî re bi taximeke siyasî û ticarî ser vexwendina wezîrê derve yê Pakistanê Xwzce Muhemedsif sefera vî welatî kir.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu