ÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê bi micidî piştgiriyê dide cîhana vala ji çekên navokî

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî li axiftinekê li civîna navneteweyî ya ewlehiya navokî li Viyenê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê bi micidî piştgiriyê dide cîhana vala ji çekên navokî.

 Li vê civînê Salihî bala xwe da ser pêwîstiya pêkhatina Rojhilata Navîn a vala ji çekên navokî û bikaranîna peymana qedexetiya berfirehkirina çekên navokî bo gişt cîhanê û pêwîstiya hewldanên jibo îmhakirina tam a çekên navokî û ragihand: Bernama Rejîma Îsraîlê ya navokî sedema çêbûna fukara cidî ji bo welatên navçê û bi talukebûna wê ji bo ewlehiya navçê da zanîn.

Ev civîna li halekê tê lidarxistin ku kombûna bi hezaran kumikên navokî li cîhanê talukeya mezin ji bo ewlehiay cîhanê ye. Tevî bi fukarbûna vê rewşê, xwediyên van çekana  hela jî bi milyaran dularî ji bo nûjenkirina  çekên navokî xerc dikin. Îsraîl jî bi alîkariya Emerîka, Fransa û Inglîzê bi sedan çekên navokî bi dest xistiye û tenê welatek e ku li navça Rojhilata Navîn xwediyê çekên navokî ye. Lê Emerîka jibo piştgiriya ji Îsraîlê nehiştiye civîna  “Valakirina  Rojhilata Navîn ji çekên navokî“ bê lidarxistin.Ev ali halekê ye ku tevgera Qeydnenasan ku  zêde ji 120 welat endamên wê ne li daxûyaniyên curbicur piştgiriya xwe tam ji avakirina Rojhilata Navîn a vala ji çekên navokî û çekên tevkujiyê ragihandiey lê jiber piştgiriyên  Emerîka û siaysetên newekhev li cihnaîna  peymana  jiçekkirinê li vê barê pêngavek nehatiye rakirin.

Emerîka ku xwediyê cebilxanên atomî yên herî mezin e û çekên wê yên navokî ewqas zêde ne ku çend caran dikarin topa erdê ji nav bibin, bi tundî piştgiriyê hebûna çekên navokî li Îsraîlê dike.

Emerîka yekim navenda xwe ya navokî ku “ Hêzgeha navokî ya Nahal Sorîk“ hat binavkirin siparte Rejîma  Siyonîstî. Ev reaktora navokî ku ketiye nêzîkî perava deryaya Medîteranê li başûrê Tealvîvê li sala 1960an  karê xwe destpê kir.

Hevkariya navokî ya Îsraîl û Fransayê jî ji sala 1953an  destpê bû. Encama hevkariya  navokî ya Rejîma Îsraîlê tev Fransayê damezrandin û pergalkirina  hêzgeha  navokî ya Dîmonayê li erdên dagirbûyî bû. Gotinên Merdxay Wanono karzanê navokî nîşan da Rejîam Siyonîstî bûye xwediyê 100 kumikên navokî û hêzgeha  Dîmonayê sale 40 kg polotonyomê berhem tine.

Wanono ku zêde ji dehekekê li navendên lêkolîna navokî ya Dîmonayê xebitîbû piştî ku ji erdên dagibûyî  revî sala 1986an li Îtalyayê hat rewandin û bi sûça eşkerekirina  sirrên  eskerî hat hewskirin.

Arnol Kirîmeş zaniyarê emerîkî û şêwirkarê ilmî yê wezareta karên derve ya Emerîkayê jî li axiftinekê li sala 1984an li vê barê ragihand Îsraîlê jibo çêkirina  15 bombeyên navokî madên zengînbûyî heye.

Bêguman tenê riya rizgarbûna  ji karesata çekê navokî jinavbirina  çekên navokî ye lê pirsgirêka sereke ser  ev nihêrînan e ku bernama  eskerî ya xwe li gor parastin û xebitandina çekên navokî amade kirine.

Welatên xwediyê van çekana jî siasyeta xwe  ser vê esasê ragihandine. Dema ku Barak Obama  serokkomarê Emerîkayê çû Koşka Sipî soz da bi cihanîna konwansiyona  qedexetiya  ceribînên  navokî aşitiyê bo cîhanê pêk bîne lê niha  ku ew ji Koşka Sipî diçe xiahnîan  vê peymanê ji aliyê Emerîkayê karekî nemukin tê xûyanê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê sê salan  berî niha li civîna  jiçekkirinê li NY got: nabe tu gelek xwediyê çekên navokî be werin  berdêla  çekên navokî aboriya xwe xercî geşatiyê, jiholêrakirina  xizaniyê û bêsewadî û nexweşiyan bikin. Werin cîhaneke vala ji çekên navokî jibo nivşên siberojê mîrat bihêlin eva mafê wan û pêsiparta me ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu