NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Şamê çekên kîmyawî tune

Wezareta karên derve yê Sûriyê bal kişande ser viya ku Şamê qet çekên kîmyawî tune û ji van cure çekên kîmyawî istifade nekiriye û ragihand ku boykotên nû yên Ewrûpayê dijî Sûriyê li çarçîva piştevaniya rasterast a welatên rojavayê ji terorîstan e.

Konseya Ewrûpa roja duşemiya bihurî 16 kes ji karbidest û zana û pisporên sûrî bi îdiaya pişkdariya wan li çêkirin û bikaranîna çekên kîmyawî xistine nav lîsteya boykotên xwe.

Wezareta karên derve yê Sûriyê sêşemê şev li daxûyaniyekê ragihand ku Şamê qet çekên kîmyawî tune û ji van cure çekên kîmyawî jî istifade nekiriye û  boykotên nû yên Ewrûpa dijî Sûriyê li dema ku hîn lêkolîna li ser rûdawa Xan Şêxûnê kuta nebûne, nîşan didin ku karbidestên ewrûpî ji cinayetên terorîstan li nav axa Sûriyê piştgiriyê dikin .

Li êrişa bi şik û guman a sêşemê 4 Nîsanê ser navça Xan Şêxûnê li başûra Idliba Sûriyê zêde ji 100 kes hatine kuştin û nîzikî 400 kes jî birîndar bûne.

Ji sala 2011 ku krîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew krîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî yên wek Tirkiyê piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed têk bidin, lê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutabûna krîza Sûriyê an Na?. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu