Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf şeva buhurî di gotûbêja telefonî ya digel Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Şahmehmûd Qureyşî da, amadebûna Têhranê jibo alîkarîyê bide çareserkirina aştîyane ya nakokîyên di navbera Dêhlîya Nû û Islamavayê ragihand û ji her du alîyan xwest ku zûka dest bi gotûbêjê bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê biryar e ku bi hevtûşê xwe yê hindî re jî bi rêya telefonê qise bike.
Di encama êrişa roja Sêşemê ya balafirên cengê yên Artêşa Hindê ser baregehên têrorîstan li bakura rojavaya Pakistanê da, nêzî 300 kes hatin kuştinê.
Bi dû wê êrişê, balafirên cengê yên Hind û Pakistanê êrişî hev kirin ku di encamê da 2 balafirên cengê yên Artêşa Hindê û balafireke cengê ya Artêşa Pakistanê hatin jordaxistinê.