CîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Komara Îslamî ya Îranê kete nav 15 welatên bijare yên cîhanê ji hêla berhemanîna zanistê

Sergêrê malpera Istinadî ya Zanistên Cîhana Îslamê (ISC), got: Komara Îslamiya Îranê, zêde ji 25 hezar û 500 belge li Malpera Istinad’ ya ISI`yê qeyd kirine ku eva ji bo cara yekê ye ku welatek ev qas belge di vê malperê de qeyd dike û bi vî awayî Îran kete nav 15 welatên bijare yên cîhanê ji hêla berhemanîna zanistê.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Mihemed Cewad Dêhqanî, sergêrê Malpera Istinadî ya Zanistên Cîhana Îslamê, herwiha got: Hilkolîn û analîzên agahiyên ku herî nû ji malpera istinadî ya Web of Science`ê (Wêb Av Saynz) li 6 mehên destpêka sala 2018`an li bara berhemên zanistî yên Îranê, hatine bi destxistin, nîşan didin ku lêkoler û zanyarên îranî li nîveka yekem a îsal de pirr baş û bêmînak xebitîne.

Dêhqanî destnîşan kir: Li agahiyên herî dawiyê ku ji malpera istinadî ya herî bihitbar hatine bi destxistin, Komara Îslamî ya Îranê, pileya yekemî a berhemanîna zanistê li cîhana Îslamê bi dest xistiye ku zêde ji sedî 22`ê gişt berhemên zanistî yên welatên îslamî digire ber xwe.

Li gorî vê raporê, Komara Îslamî ya Îranê, bi pûeneka pirr baştir ji ya Tirkiye û Erebistanê, di nava 57 welatên îslamî de ji hêla berhemanîna zanistê, li 6 mehên destpêka sala 2018`an, pileya yekem bi dest xist.

Başa dön tuşu