ÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê opêrasiyona têrorîstî ya vê dawiyê li ber dadgeha bilind a Efxanistanê ku di encamê da hejmareke gelê vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn, şermezar kir

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya Dîplomasiya Mêdyayî ya wezareta karên derve, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê li bara êrîşa têrorîstî ya duh anku sêşemiyê li ber dadgeha bilind a Efxanistanê li Kabolê, got: Têrorîsm wekî girîngtirîn pirsgirêka ewlehiyê ya navçe û cîhanê, aştî û ewlehiya gel  ûwelatan kiriye armanc.

Qasimî tevî diyarkirina hevxemiya xwe digel dewleta Efxanistanê û malbatên goriyên opêrasiyona têroîstî ya duh, her wiha got: Têkoşîna li hemberî têrorîsmê hewcedara zêdekirina hewildanên giştalî yên dewletên navçeyê û civaka cîhanî ye.

Li opêrasiyona têrorîstî ya roja sêşemiyê li ber dadgeha bilind a Efxanistanê li Kabolê, 20 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu