ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Komara îslamî ya Îranê piştgirê sereke yê gelê Sûriyê li qeyrana 6 salî ya vî welatî bûye

Beşar esed serokkomarê Sûriyê roja pênşemiyê li hevdîtina tev Huseyn Emîr Ebdulahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Şamê bal kişand ser serketinên vê dawiyê yên berxwedana  Sûriyê li hember terorîstên  tekfîrî û got : Îran li van serketinan şirîkê Sûriyê ye.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan jî li vê hevdîtinê serketinên meydanî li bajarê Helebê û serketinêns siyasî li civîna muzakirên  Astana  Qezaqistanê li serokkomarê Sûriyê pîroz kir.

Wî her wiha  pêştir li Şamê tev rêberên Filistînî hevdîtin pêk anî û li bara  alugurên  navçe û Filistînê kiriye.

Rêberên filistînî jî li van hevdîtina hewldana veşartî û eşkere yên  hin welatan jibo normalkirina  peywendiyên tev  Rejîma Siyonîstî weke xeyaneta li armancaên gelê Filistînê û azadiya Qudsê da zanîn.

Huseyn Emîr Ebdulahiyan roja çarşemiyê bi taximekê re jibo sefera durojî ji sînorê bejahiya Libnanê gihîşte Sûriyê.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê beriya sefera Sûriyê li Beyrûtê tev berpirsên  lubnanî li bara peywendiyên  dualî û alugurên  navçê gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu