Beşar esed serokkomarê Sûriyê roja pênşemiyê li hevdîtina tev Huseyn Emîr Ebdulahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li Şamê bal kişand ser serketinên vê dawiyê yên berxwedana Sûriyê li hember terorîstên tekfîrî û got : Îran li van serketinan şirîkê Sûriyê ye.
Huseyn Emîr Ebdulahiyan jî li vê hevdîtinê serketinên meydanî li bajarê Helebê û serketinêns siyasî li civîna muzakirên Astana Qezaqistanê li serokkomarê Sûriyê pîroz kir.
Wî her wiha pêştir li Şamê tev rêberên Filistînî hevdîtin pêk anî û li bara alugurên navçe û Filistînê kiriye.
Rêberên filistînî jî li van hevdîtina hewldana veşartî û eşkere yên hin welatan jibo normalkirina peywendiyên tev Rejîma Siyonîstî weke xeyaneta li armancaên gelê Filistînê û azadiya Qudsê da zanîn.
Huseyn Emîr Ebdulahiyan roja çarşemiyê bi taximekê re jibo sefera durojî ji sînorê bejahiya Libnanê gihîşte Sûriyê.
Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê beriya sefera Sûriyê li Beyrûtê tev berpirsên lubnanî li bara peywendiyên dualî û alugurên navçê gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)