Muhemedteqî Mueyîd balyozê Îranê li Mexribê li gotûbêja tev IRNA`yê bal kişand ser beşdariya çalak a Îranê li civîna navneteweyî ya Av û Hewayê ( COP), civîna hevpar a bernama jîngehê (UNEP) û Bernama Avedankirinê (UNDP) ya Rêxistina NY li Ribata paytexta Mexribê û got : Têhran daxwaza hevkariyên navçeyî û cîhanî jibo çareserkirina pirsgirêkên jîngeh dike.
Mueyîd bal kişand ser hevdîtinên Mesûme Îbtikar seroka Rêxistina parastian Jîngehê ya Îranê li kêleka vê civînê bi rayedar û wezîrên jîngehê yên welatên curbicur ra û got: Li van hevdîtinan pêwîstiya parastin û rawestana li ber ber gefên xwezayî û însanî yên jîngehê gotûbêj hat kirin.
Balyozê Îranê li Mexribê got: Pirsgirêkên jîngejê diyardeyeke cîhanî ye ku gefê li jiyan û jîngeha civaka cîhanî dixwe; loma hin welatên pêşketî ji ber ku para wan li berhemanîna hin hokarên gefên jîngehê ji wna gazên gulxaneyî pirtir e divê li vê barê zêdetir hevkariyê bikin û berpirsiyar bibin.
Muhemedteqî Mueyîd mesela toz û xweliyên li sonrên rojava Îranê pirsgirêkeke jîngehê da zanîn û got : welatên cînar û navçê bêyî berçavgirtina pirsgirêkên siyasî divê li vî warî da hevkariyê bikin da ku gefên li hember tendrusitiya xelkê bê rakirin an kontrolkirin.
Mesûme Îbtikar alîkara serokkomar û serokê Rêxistina parastian Jîngehê ya Îranê jibo beşdariya li civîna navneteweyî ya guherînên Av û Hewayê (COP22) ku ji 7`ê Mijdarê ve li Mexribê xebata xwe destpê kiriye sefera vî welatî kir û li diyanzdehemîn civîna endamên protekola Kiyotoyê jî beşdar bû.
Civîna Mexribê riyên curbicur jibo cihanîna qanûnên navneteweyî ku li Parîsê jibo bisînorkirina tên û germaya topa erdê hatine kivşkirin hildikole û heya sibê anku 18`ê Mijdarê jî didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)