FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê tim jibo xurtkirina rêzên berxwedanê û hevgirtina gelê Filistînê hewl dide

Wezîrê karên dreve yê Îranê got : Komara Îslamî ya Îranê tim jibo xurtkirina rêzên berxwedanê û hevgirtina gelê Filistînê hewl dide.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina  tev Remezan Ebdulah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada  Îslamî ya Filistînê li Têhranê  piştgiriya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê ji armanca Filsitînê ragihand û got : Li cîhanê tu welatek nikare  karekî bi tenê pêşde bibe û Rejîma Îsraîlê jî ne bi tenê  û ne jî bi alîkariya  walatên din  nikare pêşde here.

Muhemed Cewad Zerîf û Remezan Ebdullah Şeleh li vê hevdîtinê li bara  rewşa Filistînê û grûpên filistînî destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîstî û dewama  çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan şêwirîn.

Remezan Ebdulah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada  Îslamî ya Filistînê heya niha  tev  sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî û serokê navenda  lêkolînên  stratejîk a civata kivşkirina  mesilheta nizama Îranê gotûbêj kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu