Wezîrê karên dreve yê Îranê got : Komara Îslamî ya Îranê tim jibo xurtkirina rêzên berxwedanê û hevgirtina gelê Filistînê hewl dide.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê roja duşemiyê li hevdîtina tev Remezan Ebdulah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê li Têhranê piştgiriya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê ji armanca Filsitînê ragihand û got : Li cîhanê tu welatek nikare karekî bi tenê pêşde bibe û Rejîma Îsraîlê jî ne bi tenê û ne jî bi alîkariya walatên din nikare pêşde here.
Muhemed Cewad Zerîf û Remezan Ebdullah Şeleh li vê hevdîtinê li bara rewşa Filistînê û grûpên filistînî destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîstî û dewama çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan şêwirîn.
Remezan Ebdulah Şeleh sekreterê giştî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê heya niha tev sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî û serokê navenda lêkolînên stratejîk a civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê gotûbêj kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)