ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Komara Îslamî ya Îranê û Iraq riyên berfirekirina hevkarî û hevahengiyên navbera du welatan li mijarên dixtorî û tibî hilkolandin

Wezîrê Pêşe û ticaretê yê Îranê Muhemed Şerîetmedarî îro li hevdîtina wezîra tendirustî û jîngehê ya Iraqê Adile Hemûd li Bexdayê bi sekinîna ser girîngiya pêwendî û hevkariyên du welatan li warên dixtorî û tibê û got: Hêviyên zav û nû li bara pêwendiyên du welatan li mijara tib û dixtoriyê hene.

Wezîra tendirustî û jîngehê ya Iraqê Adile Hemûd jî sipasiya Îranê kir ji ber alîkariyên wê bo Iraqê li mijara dixtorî û tendirustiyê û xwest ku hevkariyên du welatan zêde ji yên vê demê bibin.

Wezîrê Pêşe û ticaretê yê Îranê û wezîra tendirustî û jîngehê ya Iraqê di press konferansa xwe de  desnîşan kirin ku du welatan viyana cidî hene hevkariyên xwe li warên curbicur zêde û berfire bikin û destkevtên xwe parve bikin.

Wezîrê Pêşe û ticaretê yê Îranê herwiha cida cida bi wezîrên Iraqê yê bernaman û serperestê wezareta ticaretê, wezîrê Pêşe û Madenan, wezîrê Mesken û bajarçêkirinê û cereyanê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrê Pêşe û ticaretê yê Îranê Muhemed Şerîetmedarî roja duşemê ser vexwendina wezîrê bernaman û serperestê wezareta ticaretê yê Iraqê Selman Cumeylî serdana Iraqê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu