AsyaNûçe

Kombûna endamên Partîya Islamê li ber wezareta karên derve ya Komara Azerbaycanê bi nîşana nerazîbûna li hemberî serdana Natanyaho

Endamên Partîya Islam a Komara Azerbaycanê bi nîşana nerazîbûna li hemberî serdana serokwezîrê rêjîma Israîlê bo Bakûyê, li ber wezareta karên derve ya vî welatî kom bûn.

Li gorî rapora IRIB NEWS`ê ji bajarê Bakûyê û ji zarê malpera Islamin Sesi, nerazîyan hin pankard rakiribûn ku ser wan hatibû nivîsînê ku “ Desta ji warên islamî bikêşin“ û bi vî awayî nerazîbûna xwe li hemberî sefera Bênyamîn Natanyaho nîşan dan.

Nerazîyan li dawîya kombûna xwe bi daxûyanîyekê tevî şermezarkirina serdana serokwezîrê rêjîma Israîlê bo welatê misilmanişîn ê Komara Azerbaycanê, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di vê daxûyanîya nerazîyan da hatîye xwestin ku nehêlin Natanyaho derbasî Bakûyê bibe.

Berî vîya jî Civata Melayan û Partîya Islam a Komara Azerbaycanê bi daxûyanîyên cida serdana serokwezîrê rêjîma Israîlê bo Azerbaycanê bi tundî şermezar kirin.

Qirar e ku Bênyamîn Natanyaho sibê serdana Komara Azerbaycanê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu