ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Kombûna îraniyan li pêşberî kampa Lîbirtiyê li Iraqê

Hejmarek ji welatiyên îranî tevî kombûna li hemberî kampa Lîbirtiyê (kempa endamên koma têrorîst a Munafiqînê li Iraqê) xwstin ku zarên wan ji destê koma têrorîst a Munafiqînê bên azadkirin.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, roja yekşemiyê, 22`ê Gulana 2016`an, îraniyên ku li ber kampa Lîbirtiyê kom bûbûn hin dirûşme li dijî koma têrorîst a Munafiqînê bilind kirin û destnîşan kirin: Dewleta Iraqê divê bi zexta ser vê komê rewşê ji bo azadkirina zarên wan ku ev sî sal e li destê Munafiqînê ne, amade bike.

Wan, koma têrorîst a Munafiqînê wek komek dan zanîn ku li dijî gelê Îran û Iraqê cinayet pêk anîne û ragihandin: Dema wê yekê hatiye ku ji bo dabînkirina ewlehiya xelkê her du welatan hebûna vê komê bi dawî were.

Koma Munafiqînê zêdetir ji 12 hezar kes ji gelê Îranê têror kirine.

Vê komê li şerê sepndî yê Iraqê li dijî Îranê tevî cihbûna li navenda leşkeriya Eşrefê li parêzgeha Diyaleya Iraqî li kêleka beisiyan gelek cinayet li dijî gelê Îran û Iraqê pêk anîn.

Koma têrorîst a Munafiqînê demeke dirêj ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê va ketibû nav lîsta navneteweyiya rêxistinên têrorîst û dûra bi destwerdana Amerîkayê ji vê lîstê hat derxistin.

Munafiqînê roleke bingehîn li tepeserkirina kurêdn bakûra Iraqê li opêrasiyona nasyar bi `Enfalê` (1989-1988) hebû.

Karname û berboriya vê firqeyê tijî kiryarên wek têror, revandina merivan, qaçaxa merivan, revandina firokeyan, neçêbikaranîna dirêv, diziya bi çekan, qaçaxa madeyên narkotîk, nijadkujî û çalakiyên xerabkarane ye ku li bara wan bi xwe jî mukur hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu