ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Kombûna mamosteyên Îranê li ber nivîsgeha NY bona piştgîriya ji xelkê Yemenê

Komek ji mamosteyên Îranê bona piştgîriya ji xelkê mezlûm ê Yemenê, îro sêşemiyê li ber nivîsgeha Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ya li Têhranê kom bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, mamostayên Îranê li vê kombûnê hin plakard ku li ser van dijî Amerîkayê û Rejîma Alê Siûd, hin dirûşme hatibûn nivîsandin rakirin û hin dirûşme jî bona piştgîriya xelkê mezlûm ê Yemenê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst, Amerîka û Alê Siûd qêriyan.

Wan herwiha bi hin dirûşmeyan, bala Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ber bi zilma ku li xelkê Yemenê dibe ve kişandin.

Mamosteyên Îranê li dawiya vê kombûnê jî bi weşandina daxuyaniyekê ji bilî ragihandina hevgirtîbûna xwe tev gelê Yemenê, pêgîrî kirin: Wê heya dilopa dawiyê ya xwîna xwe li bereya berxwedanê bisekinin û li her dera dinyayê ku alayek ji bo piştgîriya ji zilimlêketiyan were rakirin, wê pişta wan bigirin.

Başa dön tuşu